Li Mûşê hemû çalakî ji bo 3 rojan hatin qedexekirin
Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji bo 3 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin.

Parêzariya Mûşê di daxuyaniyekê de ragihand, li parêzgehê heta sê rojan hemû çalakî, civîn, civînên çapemeniyê, xwepêşandan û meş qedexe ye.
Herwiha parêzgariyê daxwaz ji welatiyan kir ku pabendî vê biryarê bibin.
Ev qedexe di demekê de ye, duhî li bajarên Wan, Sêrt, Badlîs û Şirnexê ji bo 15 rojan qedexe hatibû ragihandin.
Nûvekirina herî dawî: 13:59:28