Mustafa Ozçelîk: Bi têkoşîna yekgirtî ya gelê me mazbeteya Abdûllah Zeydanî lêhatevegerindin
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, di derbarê biryara Lijneya Bilnd a Hilbijartinan (YSK) li Wanê de daxûyanîyek weşand.

Serokê Giştîyê PWK Mustafa Ozçelîk, daxûyanîya xwe de ev gotin anîn ziman:
"Bi têkoşîna yekgirtî ya gelê me mazbeteya Abdûllah Zeydanî lêhatevegerindin
Lijneya Bilind a Hilbijartinê, biryara Lijneya Hilbijartinê ya Wanê ya ku mazbeteya Abdullah Zeydanî betal kiribû, neyasayî dît û betal kir. Lijneya Hilbijartinê ya Wanê dê mazbeteya Serok Şaredarîya Wanê bide Abdûllah Zeydanî. Ev biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê, encamahelwest û têkoşîna yekgirtî, demokratîk, sivîl ya gelê me ye, encama lêxwedîderketina hemû kurd û kurdistanîyan e."
Nûvekirina herî dawî: 14:00:31