Li Newsûd du kolber bi guleyên pasdaran birîndar bûn

Li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê du kolberên kurd di êrişa pasdarên Îranê de birîndar bûn.

31 Gulan 2022 - 10:58
31 Gulan 2022 - 10:58
 0
Li Newsûd du kolber bi guleyên pasdaran birîndar bûn

Li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê du kolberên kurd di êrişa pasdarên Îranê de birîndar bûn.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, duhî li devera Newsûd ya bajarê Pawe pasdarên Îranê bi tifengên nêçîrê gule avêtin komek kolberên kurd.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de du kolber di ser, pişt, dest û milên xwe de birîndar bûn û çend kesan ew birin nexweşxaneya Pawe.

Ev nûçe bi tevahî 813 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:19:56