Li nêzîkî Bendava Tişrînê 2 rojnameger hatin kuştin

Li nêzîkî Bendava Tişrînê ya Kobaniyê 2 rojnameger hatin kuştin.

20 Berfanbar 2024 - 08:25
20 Berfanbar 2024 - 08:25
 0
Li nêzîkî Bendava Tişrînê 2 rojnameger hatin kuştin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ragihand ku doh li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û nahiyeya Sirînê de droneke Tirkiyeyê li otomobîlekê daye û di encamê de 2 rojnamegeran canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku rojnamegerên bi navê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi armanca şopandina pêşhatên dawî li Rojavayê Kurdistanê bûne.

Li wê derê 19ê mehê saet 15:20an otomobîla wan hatiye armanckirin.

Di encama êrişa dronan de 2 rojnamegeran canê xwe ji dest da û şofêrê otomobîlê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.

Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji 8ê mehê li Bendava Tişrînê û Pira Qerekozakê rewşa şer û pevçûnan dişopand.

Nazim Daştan ji navçeya Giyadînê ya Agiriyê ye û Cîhan Bîlgîn jî ji navçeya Midyadê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye.

 

Ev nûçe bi tevahî 468 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:40:43