Li parêzgeha Sine herî kêm 40 mamosta hatin girtin

Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê di nav du rojan de bi dehan mamosta hatin girtin.

18 Hezîran 2022 - 09:44
18 Hezîran 2022 - 09:44
 0
Li parêzgeha Sine herî kêm 40 mamosta hatin girtin

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, di nav du rojên borî de li bajarên Sine, Merîwan, Seqiz û Dîwandere li parêzgeha Sine, herî kêm 40 mamosta, tenê ji ber ku daxwaza maf û mûçeyê xwe kirine, hatine girtin.

Li gorî agahiyan, ji wan mamostayên ku hatine girtin 7 kes hatine berdan û yên dn jî hîn girtî ne.

Ev demek e li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mamosta daxwaza maf û mûçeyê xwe dikin lê rastî êriş û girtin û lêdana hêzên ewlehiyê yên Îranê tên.

Ev nûçe bi tevahî 1365 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:08:48