Li Qamişlo 2 kes di êrişeke Tirkiyeyê de birîndar bûn

Di êrişa droneke artêşa Tirkiyeyê de li derdora Rêveberiya Avê ya bajarê Qamişlo de, 2 kes birîndar bûn.

31 Berfanbar 2023 - 13:15
31 Berfanbar 2023 - 13:15
 0
Li Qamişlo 2 kes di êrişeke Tirkiyeyê de birîndar bûn

Droneke Tirkiyeyê îro derdora Rêveberiya Avê ya li aliyê rojhilatê bajarê Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 23ê vê mehê ve bi riya dronan bi dehan sazî û navendên xizmetguzariyê û xalên asayiş û HSDê li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine.

Li gorî amaran jî heta niha 10 kesan canê xwe jidest dane, hejmarek kes birîndar bûne û ziyanên madî yên mezin derketine.

Ev nûçe bi tevahî 602 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:11:19