Li Qamişlo otomobîlek hate bombebarankirin

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihand, di bombebarana Tirkiyê de welatiyê bi navê Kesra Melek canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar in.

31 Gulan 2022 - 03:08
31 Gulan 2022 - 03:08
 0
Li Qamişlo otomobîlek hate bombebarankirin

Li rojhilatê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê otomobîleke leşkerî hate bombebarankirin. Li gor zanyariyên destpêkê kesek bi giranî birîndar bûye.

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihand, di bombebarana Tirkiyê de welatiyê bi navê Kesra Melek canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar in.

Hat diyarkirin ku li gundê Sêgirka ya rojhilatê Qamişlo otomobîleke leşkerî bi dronekê hate bombebarankirin.

Bombebaran di saet 05:28ê êvarê hate kirin.

Ev nûçe bi tevahî 760 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:16:17