Li Qeyseriyê erdhej

Li navçeya Sarizê ya parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê bi hêza 4,7 pileyan erdhejek çêbû.

22 Tebax 2023 - 09:56
22 Tebax 2023 - 09:56
 0
Li Qeyseriyê erdhej

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku demjimêr 13.17an li navçeya Sarizê ya Qeyseriyê bi hêza 4,7 pileyan erdhejek çêbûye.

Herwiha hat ragihandin ku erdhej 7,06 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî derbarê erdhejê de got ku AFADê û saziyên peywendîdar li qadê dest bi lêkolînê kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 691 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:45:32