Li Îranê ev çend meh in mûçeyên karkerên Kurd nayên dayîn

Li gorî agahiyên li ser malpera Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê her ku diçe karker û endazyarên ku li bajarên bi ser Eyaleta Kurdistanê ya Îranê ve kar dikin, ev çend meh in nikarin mûçeyên xwe bistînin.

13 Mijdar 2017 - 10:51
13 Mijdar 2017 - 10:51
 0
Li Îranê  ev çend meh in mûçeyên karkerên Kurd nayên dayîn

Malperê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku karker û endezyarên ku ji bo avakirina nexweşxaneya nû ya bajarê Seqizê dixebitin, ev zêdetirî 5 mehan e nikarin mûçeyên xwe bigirin. Hat diyarkirin ku ev yek jî ji bo debara malbatî ya karkeran dibe sedema kêşeyên girîng.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku li navçeya Kamêran a bi ser bajarê Sineyê ve jî karkerên ku bi Peyman ji bo şaredariyê dixebitin, ev 4 meh in nikarin mûçeyên xwe bistînin. Herwisa hat gotin ku karker ji ber tirsa betalkirina peymana kar newêrin dengê xwe bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1843 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:23:55