Li Rihayê pevçûna muxtariyê: Kuştî û birîndar hene

Li navçeya Heranê ya Rihayê, ji ber hilbijartinên mixtariyê di navbera du malbatan de pevçûn derket.

17 Adar 2024 - 14:56
17 Adar 2024 - 14:56
 0
Li Rihayê pevçûna muxtariyê: Kuştî û birîndar hene

Di encamê de 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî hatin birîndarkirin û birînên wan xedar in.

Li gundê Şeybenê yê Heranê, îro ji ber hilbijartinên muxtariyê di navbera malbatên du rikeberan de nîqaş derket.

Nîqaş vegeriya pevçûnê û her du aliyan êrişî mal û otomobîlên hev kir.

Di encama pevçûnê de 2 kes hatin kuştin û 2 kes bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendursitiyê û hêzên ewlehiyê çûn wî gundî.

Tîmên tenduristiyê kesên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Heranê.

Ji bo bûyer zêdetir mezin nebe hêzên ewlehiyê li gund tedbîr wergirtin.

Ev nûçe bi tevahî 737 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:58:15