Li Rojavayê şewata zeviyên.. 9 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Rojavayê Kurdistanê di encama şewata zeviyên Til Elo û Girê Fatê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûne.

16 Hezîran 2019 - 05:11
16 Hezîran 2019 - 05:11
 0
Li Rojavayê şewata zeviyên.. 9 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li gor çavkaniyên xwecihî ji navçeyê, di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 2 endamên Senadîd ku beşek e ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û endamekî Asayişê û jinek hene.

Herwiha 17 kesên din jî ku hewl dabûn agir vemirînin birîndar bûne û birînên hinekan ji wan giran in.

Li gundê Alaqosê yê devera Aliyan jî agir ketibû zeviyan û di encamê de 30 donim zevî şewitîbûn.

Ji destpêka mewsîma dirûna dexlûdanan ve, bi deh hezarên hektaran zeviyên cotyarên Rojavayê Kurdistanê şewitîne.

Ev nûçe bi tevahî 1173 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:22:46