Li Rojhilatê konvoyeke bi hezaran wesayît çû alîkariya Kirmaşanê
Li Kurdistana Rojhilatê hemwelatî ji bo alîkariya mexdûrên erdheja li Kirmaşanê bi hezaran wesayitan berê xwe dan Kirmaşanê.
Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûn, kurdên Kurdistana Îranê û bajarên kurdan ên din bi karwaneke ku ji hezaran wesayitan pêk dihat, ji bo alîkariya erdheja li Kirmaşanê berê xwe dan Kirmaşanê.
Ew karwan ji aliyê kamerayê ve ji hewayê hat girtin û seriyekî karwan tê xuya yek jî nayê xuya. Ev dîmen li ser medyaya civakî wekî nîşaneya mirovatiya hat şîrovekirin.
Nûvekirina herî dawî: 12:01:14