Li Rojhilatê 4 kes ji ber birûskê mirin

Di nav du rojan de li herêma Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 4 kes ji ber birûskê mirin.

11 Gulan 2019 - 05:32
11 Gulan 2019 - 05:32
 0
Li Rojhilatê 4 kes ji ber birûskê mirin

Li gorî medyaya Îranê, pêr (9 vê mehê) li bajarên Ormiye, Mehabad, Selmas û Miyandav yên Rojhilatê Kurdistanê birûskê li 5 kesan dabû.

Li gorî agahiyan, destpêkê hatibû gotin ku 2 kes mirine û 3 kes jî birîndar bûne.

Lê hat ragihandin ku du birîndarên din jî ji ber giraniya birînan can dane, bi vî rengî hejmara miriyan gihîştiye 4 kesan.

Di nav miriyan de zarokekî 10 salî jî heye.

Ev nûçe bi tevahî 1304 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:58:54