Li Rojhilatê Kurdistanê û Belûçistanê grevê destpê kir

îro li hejmarek bajarên Rojhilatê Kurdistanê grevê destpê kir.

9 Mijdar 2022 - 06:47
9 Mijdar 2022 - 06:47
 0
Li Rojhilatê Kurdistanê û Belûçistanê grevê destpê kir

Îro li hejmarek bajarên Rojhilatê Kurdistanê grevê destpê kir. Vê sibê li bajarên Sine, Seqiz, Bane, Kirmaşan û Merîwan grevê destpê kir û wek nerazîbûnê dikan û bazar nehatin vekirin.

Li bajarê Sine hêzeke zêde ya emnî hatiye belavkirin û li çend cadeyan jî dûkêl tê dîtin. Çavkaniyên xwecihî yên Rûdawê behsa greva dikandaran li Bane û Seqiz jî dikin û tê gotin dikan û bazar bi giştî girtî ne.

Li gor wan vîdeoyên ku hatine belavkirin, li bajarên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî greva giştî destpê kiriye. Li bajarên Zahidan, Xaş, Rasek û çend bajarên din ên wê parêzgehê dikanadaran bi armanca pêşandana nerazîbûnê di çilemîn roja kuştina xwepêşanderên Belûç de, dikan û bazarên xwe venekirine.

Li gor wan daxuyaniyên ku di çend rojên bihorî de li ser torên civakî belav bûne, bi armanca piştgirîkirina Belûçan û di çileya canjidestdana nêzîkî 100 Belûçan de li Zahidanê, îro Çarşembê 9ê Mijdara 2022 wek roja greva giştî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatiye diyarkirin û biryar e ji nîveroya îro ve li hemû bajaran, bi armanca şermezarkirina kuştina Belûçan di “Îna Bixwîn a Zahidan” de, xwepêşandana giştî destpê bike.

Berî 40 rojan di roja Înê ya 30 Cotmeha 2022 de li Zahidanê, piştî nimêja Înê, xwepêşandanê destpê kir. Lê hêzên ewlekariyê rûbirûyê xwepêşanderan bûn û li gor amarên Kampanya Çalakvanên Belûç, 98 kes di wê rojê de bi guleyên rasterast ên hêzên emnî yên Îranê canê xwe ji dest dan.

Ev nûçe bi tevahî 497 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:15:45