Li Semsûrê bi hinceta PKKyê 3 kes hatin girtin

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, doh bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 3 kes hatin girtin.

25 Mijdar 2023 - 03:49
25 Mijdar 2023 - 03:49
 0
Li Semsûrê bi hinceta PKKyê 3 kes hatin girtin

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê, 20ê Mijdara 2023yan bi “hinceta PKKyê” li parêzgehên Semsûr û Hatayê 3 kes desteser kiribûn.

3 kesên hatibûn desteserkirin cendirmeyan ew biribûn Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê.

Piştî karên îfade wergirtinê doh cendirmeyan ew şandin Dadgeha Semsûrê.

Dadgehê bi hinceta ku “endamên PKKê” ne derbarê welatiyên bi navê K.K, A.T. û S.K. de biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Semsûrê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Ev nûçe bi tevahî 1221 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:00:12