Li ser dahata Wezareta Şaredariyê bi bahayê nêzîk 4 milyar dînar proje li Duhokê hatine cîhbicîh kirin
Sala borî li sînorê parêzgeha Duhokê, 143 projeyên xizmetguzarî bi bahayê 3 milyar û 971 milyon û 674 hezar û 18 dînar li sektorên şaredariyê yên av, kanala ava pîs, geştûguzar û nexşedananî avadaniyê de hatine cîhbicîh kirin.

Li ser dahata saziyên Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê sala borî li sînorê parêzgeha Duhokê, 143 projeyên xizmetguzarî bi bahayê 3 milyar û 971 milyon û 674 hezar û 18 dînar li sektorên şaredariyê yên av, kanala ava pîs, geştûguzar û nexşedananî avadaniyê de hatine cîhbicîh kirin.
Sektorên proje lê hatine cîhbicîh kirin:
Sektora şaredariyê, 64 proje bi bahayê (2.712.068.000) dînar Sektora av û kanla ava pîs, 77 proje bi bahayê 1.231.656.018 dînar Sektora geştûguzar, yek proje bi bahayê 11.750.000 dînar Sektora nexşedanîna avadaniyê, yek proje bi bahayê 16.200.000 dînarHêjayî gotinê ye ew 143 proje tenê ew projene ku li ser dahata saziyên Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê hatine cîhbicîh kirin. Heman demê de sala borî hejmarek projeyên din ên xizmetguzariyê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pare bo hatiye cuda kirin û hatine temam kirin. Herwaha hejmarek projeyên din jî çêkirina wan berdewam dikin.
Nûvekirina herî dawî: 15:35:17