Li ser rêya Silêmanî-Kerkûkê di qezaya trafîkê ya giran de 2 kes mirin

Li ser rêya Silêmanî-Kerkûkê di qezayeke trafîkê ya giran de 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.

9 Tebax 2023 - 07:58
9 Tebax 2023 - 07:58
 0
Li ser rêya Silêmanî-Kerkûkê di qezaya trafîkê ya giran de 2 kes mirin

Li gor zanyariyan, şeva borî demjimêr 23:30ê li ser rêya Silêmanî-Kerkûkê li nêzîkî navçeya Takyayê otomobîleke Toyota Hilux qulibî û 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.

Her du kesên ku jiyana xwe ji dest dane dayikek 51 salî û kurek 21 salî ye û birîndar rakirin nexweşxaneya Silêmaniyê.

Ev nûçe bi tevahî 426 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:55:03