Li Silopî zirxpoşa polîsan 2 zarok kuştin

Li navçeya Silopiyê ya Bakurê Kurdistanê wesaîta zirxpoş a polîsan ket nav malekê de, di encamê de 2 zarokan canê xwe ji dest dan.

4 Gulan 2017 - 10:04
4 Gulan 2017 - 10:04
 0
Li Silopî zirxpoşa polîsan 2 zarok kuştin

Li navçeya Silopiyê ya ser bi Şirnexê, li taxa Karşiyakayê wesaîta zirxpoş a polîsan li xaniyekî da û ket nava malekê de. Di encamê de 2 birayên ji wan yekî 7 salî yê din jî 6 salî canê xwe ji dest dan.

Piştî bûyerê hejmarek zêde ji polîsan bo wê deverê hatin veguhestin.

Hat zanîn, Serdozgeriya Komarê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 2063 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:02:13