Li Sineyê qeza: 3 kesan canê xwe ji dest da

Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di qezayeke trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

10 Çile 2024 - 08:50
10 Çile 2024 - 08:50
 0
Li Sineyê qeza: 3 kesan canê xwe ji dest da

Qezayê şeva borî li ser rêya bajarên Seqiz û Dîwandereyê rû da.

Rêvebirê Polîsê Trafîkê yê Kurdistanê Îsa Gewherî ragihand ku li nêzîkî bajarokê Zerîneyê tankêreke petrolê û otomolîkê li hev xistiye.

Îsa Gewherî da zanîn zanîn, her sê kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest daye.

Îsa Gewherî herwiha destnîşan kir ku otomobîl ji rêya xwe derketiye û ev bûye sedema qezayê.

Li aliyê din, li gorî agahiyên ku Gewherî dane, di maweyê 9 mehên borî de li parêzgeha Sineyê 231 kes di encama qezayên trafîkê de mirine.

Ev nûçe bi tevahî 1072 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:57:07