Li Sineyê qeza: 3 mirî, 4 birîndar

Di qezaya trafîkê ya li ser rêya Qurwe û Hemedanê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

9 Adar 2024 - 04:07
9 Adar 2024 - 04:07
 0
Li Sineyê qeza: 3 mirî, 4 birîndar

Rêveberê Polîsên Rêyan ê Sineyê Îsa Gewherî ragihand ku li ser rêya Qurwe û Hemedanê barhilgireke biçûk û otomobîleke taybet li hev qelibîn.

Bi gotina Îsa Gewherî şofêrê barhilgirê û 2 rêwiyên wî di cih de canê xwe ji dest daye û şofêrê otomobîla taybet û 3 rêwiyên wî jî birîndar bûne.

Rêveberê Polîsên Rêyan ê Sineyê Îsa Gewherî herwiha da zanîn:

“Barhilgirê xwestiye wesayîta li pêşiya xwe derbas bike û li otomobîla taybet a ku ji aliyê din dihat qelibiye.”

Rêya Qurwe û Hemedanê 83 kîlometre ye û beşeke wê yekalî ye.

Ev nûçe bi tevahî 1290 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:27:12