Li Şirnexê bûyera trafîkê: 1 mirî, 1 birîndar

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê kamyonetek wergeriya û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

23 Avrêl 2023 - 11:28
23 Avrêl 2023 - 11:28
 0
Li Şirnexê bûyera trafîkê: 1 mirî, 1 birîndar

Li gor agahiyan îro Yekşemê 23ê Nîsana 2023an li ser rêya parêzgeha Şirnex û Sêrtê kamyonetek wergeriya ye û şofêrê kamyonetê û kesekî ligel wî bi giştî 2 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û her du kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatine veguhestin.

Lê ligel hemû midexaleyan şofêrê kamyonetê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û dermankirina birîndarê din berdewam e.

Ev nûçe bi tevahî 729 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:37:20