Li Şirnexê wesayîta leşkerî wergeriya: 8 leşker birîndar bûn

Li navçeya Silopiya ya ser bi parêzgeha Şirnexê li Bakurê Kurdistanê wesayîta leşkerî wergeriya û di encamê de 8 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

21 Sibat 2023 - 03:48
21 Sibat 2023 - 03:48
 0
Li Şirnexê wesayîta leşkerî wergeriya: 8 leşker birîndar bûn

Wesayîta leşkerî ya Qereqola Sînorî li Gundê Girêgewreyê li ser sînorê Bakur-Rojavayê Kurdistanê dema ku dewriye digeriya wergeriya.

Di bûyerê de 8 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Ekîbên tenduristiyê yên hawarçûna bilez birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê veguhestin.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Ev nûçe bi tevahî 513 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:41:53