Li Siwêregê qezaya trafîkê: 3 mirî

Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek qulibî û 3 kes mirin, kesek jî birîndar bû.

24 Tîrmeh 2026 - 10:35
24 Tîrmeh 2026 - 10:35
 0
Li Siwêregê qezaya trafîkê: 3 mirî

Şeva borî li kîlometreya 25an a rêya Siwêreg-Amedê, otomobîla ku şofêr Îhsan Kesîkê 27 salî dajot, ji rê derket û qulibî.

Di qezayê de Hamza Kesîkê 41 salî, Safiye Kesîka 53 salî û Mizgîn Kesîka 30 salî li cihê bûyerê mirin, şofêr Îhsan Kesîk jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, tîmên parastina şaristaniyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Îhsan Kesîk bir Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Tîman cenaze jî birin morga nexweşxaneyê.

 

Ev nûçe bi tevahî 40 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:51:48