Li Stenbolê pevçûn: Du polîs û sê sivîl birîndar bûn

Li navçeya Sariyerê ya Stenbolê du polîs û sê sivîl birîndar bûn.

24 Çile 2024 - 05:42
24 Çile 2024 - 05:42
 0
Li Stenbolê pevçûn: Du polîs û sê sivîl birîndar bûn

Li gorî agahiyan, derdora demjîmêr 04:30î li Sariyerê li holekê muzîkê du grûp pev çûn.

Polîs çûn wê holê da ku midaxeleyî bûyerê bikin lê gule li wan hatin reşandin.

Li gorî nûçeya DHAyê, di vê pevçûnê de du polîs û sê sivîl birîndar bûn.

Piştî pevçûnê gelek polîsên din çûn cihê bûyerê û tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Ev nûçe bi tevahî 959 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:57:50