Li taxa Kurdan avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene

Li taxa Şêx Meqsûd a Kurdnişîn a Helebê avahiyeke 5 qatî hilweşiya û li gor zaniyariyên destpêkê heta niha 9 kesan canê xwe ji dest dane 2 kes jî birîndar in.

22 Çile 2023 - 04:46
22 Çile 2023 - 04:46
 0
Li taxa Kurdan avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene

Li bajarê Helebê yê Sûriyê duh bi şev avahiyeke 5 qatî li taxa Şêx Meqsûd ku yek ji her du taxên Kurdan e hilweşiya.

Li gor zanyariyên destpêkê yên ku ketine destê Rûdawê, termê 9 kesan ji bin avahiya hilweşiyeyî hatine derxistin. Hate hînbûn ku bi şev saet di 02.00’an de avahiya li Kolana Marûfê hilweşiya.

Hat ragihandin ku di avahiya ku 7 malbat lê diman de 30 kes di bin xirbeyan de mane û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî berdewam dikin.

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ku tê texmînkirin ku piştî koçberiya ji Efrînê 200 hezar Kurd lê dijîn, di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne.

Ev nûçe bi tevahî 703 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:08:38