Li Tirgevera Ormiyê pîkabek wergeriya: Gelek mirî û birîndar hene

Li devera Tirgever ya Ormiyê otomobîlek wergeriya û herî kêm 3 kesan canê xwe ji dest dan.

28 Gulan 2022 - 03:49
28 Gulan 2022 - 03:49
 0
Li Tirgevera Ormiyê pîkabek wergeriya: Gelek mirî û birîndar hene

Îro danê sibê li gundê Erbîlan li devera Tirgever ya Ormiyê, pîkabek ku çendîn kes tê de bûn û bo çinîna pincarê biharê çûbûn wir, ji cihekî bilind wergeriya û çû binê gelî.

Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. Tê gotin rewşa sê birîndaran baş nîne.

Ew kesên ku canê xwe ji dest dane, xelkê gundê Sîdan yê devera Mirgever ya Ormiyê bûne.

Ev nûçe bi tevahî 987 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:15:08