Li Xurmatu şer û pevçûn

Hat ragihandin ku li bajarokê Xurmatû şer di navbera xelkên xwebexş û çekdarên Heşda Şeibî de çêbû û li gorî zanyariyan ziyanên canî li Heşdê bûne.

29 Mijdar 2017 - 09:55
29 Mijdar 2017 - 09:55
 0
Li Xurmatu şer û pevçûn

Xwebexşekî ji Kurdistan24ê re ragihandin: "Îro 29/11/2017an çekdarên Heşda Şeibî li gundê Qelxanlû yê xwarê li Xurmatû, rêbendek danîn û rê li ber xelkê wî bajarokê girtin.
Bi gotina wî xwebexşî: "Çekdarên Heşda Şeibî û Esayib Ehl El-Heq rojane dihatin wê deverê û mal û milkên welatiyan talan dikirin û li ser rê jî otombêlên welatiyan radiwestandin û pere ji wan distendin, lewra wan weke xelkê deverê bi xwebexşî, îro demjimêr 12 nîvro êrîşî wê rêbendê kirin û heya dema amadekirina vê nûçeyê şer berdewam bû."

Herweha xwebexşan diyar kirin ku "Ziyanên canî li Heşda Şeibî bûne û ti ziyanên canî li xobexşan nebûne."

Ev nûçe bi tevahî 1773 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:42:50