Li Xurmatûyê di navbera Heşda Şeibî û DAIŞê de şerekî giran derket

Hat ragihandin ku li navçeya Xurmatû û Kifriyê di navbera Heşda Şeibî, hêzên iraqî û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de şerekî dijwar derket.

31 Adar 2018 - 11:57
31 Adar 2018 - 11:57
 0
Li Xurmatûyê di navbera Heşda Şeibî û DAIŞê de şerekî giran derket

Li gor zanyariyên berdest, Heşda Şeibî û hêzên iraqî îro çoltera Xerê û Qurçayî ya li herêma Kifrî û Xurmatûyê dest bi operasyoneke leşkerî kirin. Li gor çavkaniyên herêmî şerekî dijwar derketiye û balafirên şer ê Iraqê jî herêma şer bombebaran kirine.

Li gor çapemeniya Iraqê milîtanekî xwekuj ê DAIŞî xwe di nava artêşa Iraqê de teqandiye. Berpirsê berê yê Qeymeqamiya Xurmatiyê Mihemed Fayîq ragihand ku bombeyek di lîwaya 52emîn a Heşda Şeibî ya tirkmenî de teqiya û di encama teqînê 3 milîsên Heşda Şeibî hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Ev nûçe bi tevahî 1318 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:50:19