Li Xurmatûyê helîkoptera Îraqê ket

Li qezaya Xurmatûyê ya parêzegeha Selahedînê helîkoptereke Îraqê ket.

19 Berfanbar 2023 - 03:55
19 Berfanbar 2023 - 03:55
 0
Li Xurmatûyê helîkoptera Îraqê ket

Li gorî ragihandina Wezareta Parastinê ya Îraqê bûyerê vê sibehê rû da.

Di bûyerê de pîlotê bi navê Merwan Celal mir û pîlotê bi navê Ela Selman jî birîndar bû.

Wezareta da zanîn ku Ela Selman li nexweşxaneyê tedawî dibe.

Wezareta Parastinê ya Îraqê destnîşan kir ku ew helîkopter ji Balafirgeha Hilêweyê rabûye û piştî rabûna xwe bi demeke kurt ji ber xetayeke teknîkî ketiye.

Ev nûçe bi tevahî 872 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:53:19