Li Zap-Avaşînê leşkerekî din mir

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan miriye.

10 Cotmeh 2023 - 14:11
10 Cotmeh 2023 - 14:11
 0
Li Zap-Avaşînê leşkerekî din mir

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, leşkerên wan pê li mayinê kiriye û miriye.

Herwiha hat ragihandin ku navê wî leşkerî Mustafa Çakmak e û ew çawişê pispor bûye.

Îro li Başûrê Kurdistanê leşkerekî din ê Tirkiyeyê hatibû kuştin.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Ev nûçe bi tevahî 648 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:20:42