Êlên Deşta Nînewa dixwazin Pêşmerge û hêzên Amerîkî navçeyên wan biparêzin

Ajansa nûçeyên Almanî DPA belav kiriye, ku êlên ereb li parêzgeha Nînewa, daxwaz dikin ku hêzên Amerîkî û hêzî Pêşmerge li navçeyên wan bên belavkirin.

7 Çile 2018 - 07:15
7 Çile 2018 - 07:15
 0
Êlên Deşta Nînewa dixwazin Pêşmerge û hêzên Amerîkî navçeyên wan biparêzin

Peyvdarê êlên ereb yên Deşta Nînewa Muzahim Hiwêt, ji wê ajansê re gotiye: "Em pêşwaziyê li belavbûna hêzên Amerîkî li navçeyên cihê nakokiyê dikin û ew aliyên gefê şer li hêzên Amerîkî dikin, ser bi Îranê ve ne û armanca wan ew e ku tevliheviyê li wan navçeyan çêkin".

Hiwêt tekez kir ku "Tenê hebûna hêzên Amerîkî û hêzên Pêşmerge li Nînewa, dihêle ku erebên wê navçeyê hest bi aramî û ewlehiyê bikin, ji ber ku ti aramî û ewlehî di bin desthilata milîsên taifî de peyda nabe".

Ev nûçe bi tevahî 1953 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:18:57