Memûrê Kerkûkê Bexda protesto kirin

Memûrên ku di Meclisa Kerkûkê de dixeibitin, ji ber ku maaşê xwe nestendine, ji bo yek sietek dest ji kar berdan.

4 Berfanbar 2017 - 10:10
4 Berfanbar 2017 - 10:10
 0
Memûrê Kerkûkê Bexda protesto kirin

Memûrên meclisê li ber avahiya hukumetê civiyan û ji bo ku grûbên siyasî yên meclisê li hev nakin, maaşên xwe nestendine û bûyerê protesto kirin.

Li ser navê memûrên ku di meclisa Kerkûkê de dixebitin Hesen Meşhedanî got: “Ji ber krîza hilbijartina serokê meclisa Kerkûkê û valahiya îdarî, maaşên me memûran nayê dayîn. Ji bo proteskokirina vî halê me, me sietek dev ji kar berda. Em bang li serokwezîr Heyder Ebadî, li serokê mecliseê Selîm El Cibûrî û waliyê Kerkûkê Rasam Seîd dikin; ji bo maaşên me bidin me, şareseriyekî bikin.”

Ev nûçe bi tevahî 1961 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:02:38