Mesrûr Barzanî: Civîna min û Marco Rubio gelekî baş bû
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Washingtonê li hev civiyan.

Mesrûr Barzanî tevî heyeteke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 17ê Gulanê çû Washingtona paytexta Amerîkayê.
Serokwezîr Barzanî li Washingtonê di Foruma “Paşeroja Enerjî û Hêzê ya Herêma Kurdistana Îraqê” de axivî.
Mesrûr Barzanî di çarçoveya ziyareta xwe ya Washingtonê bi gelek berpirsên Amerîkayê re civiya.
Barzanî herî dawî îro şêwirmendê payebilind ê Serokê Amerîkayê Massad Boulos re civiyabû.
Mesrûr Barzanî: Civîn gelekî baş bû
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê niha jî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku civîna wî û Marco Rubio gelekî baş û bi sûd bûye.
Her wiha da zanîn ku wî Marco Rubio vexwendiye Herêma Kurdistanê.
Nûvekirina herî dawî: 21:24:09