Mesrûr Barzanî: Ciwan hêviya îro û serkirdeyên paşeroja gelê me ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê mezintirîn û pêşkeftîtiyên navenda ciwanan li ser asta cîhanê vekir. Mesrûr Barzanî di deftera bîranînan a wê navendê de nivisî: "Ciwan hêviya îro û serkirdeyên paşeroja gelê me ne."

11 Hezîran 2026 - 10:28
11 Hezîran 2026 - 10:28
 0
Mesrûr Barzanî: Ciwan hêviya îro û serkirdeyên paşeroja gelê me ne

Di çarçoveya giringîdana berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şiyanên ciwanan û peydakirina jîngeheke guncayî ji bo pêşxistina behreyên wan, doh Çarşemê (10ê Hezîrana 2026), Serokwezîr Mesrûr Barzanî mezintirîn û pêşkeftîtiyên navenda ciwanan li ser asta cîhanê vekir ku ji aliyê “Kurdistan Foundation”ê ve xwedîtî û birêvebirina wê tê kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî vekirina wê navendê, di deftera bîranînan a wê navendê de wiha nivisî: "Bi navê Xudayê mezin û dilovan, ciwan hêviya îro û serkirdeyên paşeroja gelê me ne." Herwesa got: "Ez vekirin û damezirandina vê navenda giring li hemî ciwanên Kurdistanê pîroz dikim û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo wan dixwazim."

Ev navenda nûjen, wekî projeyeke stratejîk û tevgir, dergeheke nû li pêşiya ciwanan vedike ji bo pêşxistina behre, fêrbûna şarezayiyên nû û çêkirina tora peywendiyên bihêz di navbera ciwanên afirîner de.

Ev navend bi sîstemeke navdewletî û bi bilindtirîn standardên cîhanî tê birêvebirin. Di heyama ceribandina xwe ya destpêkê de, wê kariye bala hejmareke pîvankî ya ciwanan bikşîne: niha xwediya van amaran e:

- Endam: Zêdetir ji hezar û 400 endaman.

- Serdanker: Di dema xebata xwe ya ceribandinê de, 129 hezar serdankerên wê hebûne.

- Çavkaniyên Zanistî: Pirtir ji 12 hezar pirtûkan di warên cihêreng de.

- Xerciya xizmetkariyan: Tevahiya xizmetkariyên navendê belaş (bêberamber) tên pêşkêşkirin.

Armanca serekî ya vê projeyê avakirina platformekê ye, daku ciwanên Herêma Kurdistanê bikarin tê de şiyanên xwe di warên teknolojî, karsazî, fêrbûn û pêşxistina pîşeyî de bilind bikin û pişkdariyeke bibandor di avakirina civakê de bikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 39 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:32:41