Mesrûr Barzanî: Me danûstandineke berhemdar bi Serokkomarê Tirkiyeyê re kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Me bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re danûstandineke berhemdar li ser pêşxistina peywendiyên dualî û hejmareke mijarên din kir”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di derheqa serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo Hewlêrê de li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Bi Serok Barzanî û Serokê Herêmê û berpirsên din ên re, min bi dilxweşî pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo Herêma Kurdistanê kir”.
Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Me danûstandineke berhemdar li ser pêşxistina peywendiyên dualî û hejmareke mijarên herêmî kir”.
Nûvekirina herî dawî: 00:38:46