Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 11.01.2023an bi serokatiya şandeke pilebilind a hikûmetê ber bi Bexdayê ve bi rê ket.

11 Çile 2023 - 04:59
11 Çile 2023 - 04:59
 0
Mesrûr Barzanî serdana Bexdayê dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi her çar serokatiyên Iraqê, Serokomar Letîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Encûmena Nûneran Mihemed Helbûsî û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fatiq Zîdan re dicive.

Di civînan de, guftûgo li ser çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, li ser binemaya destûr, rêkeftina aliyan a ji bo pêkanîna hikûmetê û karnameya wezarî bên kirin.

Her wiha dê li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de, ji bo rûbirûbûna pirsgirêk û astengiyan û çareserkirina wan gotûbêjan bên kirin

Ev nûçe bi tevahî 596 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:42:59