Mesrûr Barzanî: Siberoj geş e û karwanê çaksazî û avakirinê ranaweste

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de spasiya xelkê Kurdistanê dike û ragihand, siberoj geş e û karwanê çaksazî û avakirinê ranaweste.

14 Tîrmeh 2023 - 02:57
14 Tîrmeh 2023 - 02:57
 0
Mesrûr Barzanî: Siberoj geş e û karwanê çaksazî û avakirinê ranaweste

Roja Pêcşemê 13ê Tîrmeha 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser hejmara xwe ya Twitterê ragihand: “Spas ji bo hemû ewanên di van çar salên borî de, ji bo Kurdistaneke bihêztir û avedantir, piştevanên me bûn.”

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye destnîşankirin: “Spasa min a taybet jî ji bo xelkê xweragir ê Kurdistanê. Siberoj geş e û karwanê çaksazî û avakirinê ranaweste.”

Ev nûçe bi tevahî 793 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:01:53