Mesrûr Barzanî û Muhsîn Mendelawî tekezî li ser dabînkirina mafên darayî yên Kurdistanê kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Îlonê pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê bi serokatiya Cîgirê Serokê Encûmenê Muhsîn Mendelawî kir.

22 Îlon 2025 - 16:48
22 Îlon 2025 - 16:48
 0
Mesrûr Barzanî û Muhsîn Mendelawî tekezî li ser dabînkirina mafên darayî yên Kurdistanê kirin

Di civînê de, ku Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah jî amade bû, guhertin û pêşhatên dawî, rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên ji bo hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de herdu alî li ser pêwîstî û girîngiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hevnêrîn bûn. Hat tekezkirin ku divê çareserî li ser bingeha rêzgirtina li sîstema federalî, parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê, û dabînkirina mafên destûrî û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê be.

 

Ev nûçe bi tevahî 54 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:14:55