Mesrûr Barzanî û şanda Almanyayê tekezî li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 7ê Kanûnê pêşwazî li şandeke Almanyayê kir.

7 Berfanbar 2022 - 11:48
7 Berfanbar 2022 - 11:48
 0
Mesrûr Barzanî û şanda Almanyayê tekezî li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dikin

Şanda Almanyayê ji Rêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ya li Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel, Balyozê Almanya yê li Iraqê Martin Jaeger û Konsulê Giştî yê Almanya yê li Herêma Kurdistanê Klaus Streicher pêk hatibû.

Di civînê de derbarê rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê de gotûbêj hat kirin.

Mijareke din a civînê, li ser girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîs û hêzên çekdar ên neyasayî û sazkirina zemînekê ji bo asayîkirina rewşa wê navçeyê û vegera awareyan bo cih û warên xwe.

Ev nûçe bi tevahî 1015 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:03:29