Mezlûm Ebdî: Divê Hikûmeta Sûriyeyê nûnerîtiya hemî aliyan bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigehîne, “Yekkirina hêzan di nav Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê de pêdivîtî bi pilaneke hûr û bibandor heye.” Herwesa dibêje, “Divê Hikûmeta Sûriyeyê dadperwerî û wekheviyê ji tevan re misoger bike.”

25 Çile 2025 - 07:50
25 Çile 2025 - 07:50
 0
Mezlûm Ebdî: Divê Hikûmeta Sûriyeyê nûnerîtiya hemî aliyan bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî duh  li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kiriye û tê de hatiye ku, bi Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyê Geir O. Pedersen re civiyaye û behsa piroseya siyasî li deverê kiriye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di peyama xwe de pêşwaziya bizavên Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Sûriyeyê ji bo biserxistin û piştevanîkirina piroseya siyasî li Sûriyeyê dike.

Mezlûm Ebdî tekez li ser wê yekê jî kiriye ku, pirsa Rojavayê Kurdistanê û yekkirina hêzan di nav Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê de pêdivîtî bi pilaneke hûr û bibandor heye, ku ji bo zêdetir hevfêmkirinê û  hevgirtina Sûriyeyê rêxweşker be û nûnerîtiya hebûna gelek pêkhateyan bike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amaje jî da ku, pêdivîtî bi hikûmetekê heye ku nûnerîtiya hemî aliyan bike û dadperwerî û wekheviyê ji hemiyan re misoger bike.

 

Ev nûçe bi tevahî 1156 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:58:45