Mezlûm Ebdî û şandeya hikûmeta demkî civiyan
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, şandeyeke hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi serokatiya Ziyad Ayiş qebûl kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, şandeyeke hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi serokatiya Ziyad Ayiş qebûl kir.
Di civînê de Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed û Fermandarê Asayîşê Mehmûd Elî Xelîl jî amade bûn.
Hat ragihandin ku her du aliyan li ser pêvajoya "têkelbûnê" (entegrasyon), rêbazên bipêşxistina aramiyê û hevkariya li herêmê gotûbêj kiriye.
Ev civîn di çarçoveya bicihanîna xalên peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera HSD û hikûmeta demkî de pêk hat.
Nûvekirina herî dawî: 12:33:43






































































































































































