Misirê ji bo operasyona Efrînê: Nayê qebûlkirin

Misirê ragihand ku operasyona Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê nayê qebûlkirin û got ku ev binpêkirineke nû ye ji serweriya Sûriyeyê re.

21 Çile 2018 - 10:29
21 Çile 2018 - 10:29
 0
Misirê ji bo operasyona Efrînê: Nayê qebûlkirin

Îro yekşemê Wezareta Derve ya Misirê derbarê Operasyona Tirkiyeyê li ser Efrînê daxuyaniyek da û tê de teqez kir ku van operasyonên leşkerî yên hêzên tirkî li dijî bajarê Efrînê yê li bakure rojavayê Sûriyeyê red dike ku ev tişt binpêkirineke nû ye ji serweriya Sûriyeyê re û herwiha xebatên çareseriya siyasî û têkoşîna li dijî terorê li Sûriyeyê asteng dike."

Artêşa Tirkiyeyê duh operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê dabû destpêkirin û îro hîn dewam dike.

Ev nûçe bi tevahî 1618 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:01:43