Mossadê îdia kir ku Îranê plana kuştina berpirsên Îsraîlê kiriye û wan jî pûç kiriye

Saziya îstixbarata derve ya Îsraîlê Mossadê îdia kir ku wan rê li ber hewldana Îranê ya ji bo şandina sîxuran a nav Îsraîlê girtiye ku armanca wan berpirsên pilebilind ên Îsraîlê bûne.

24 Tîrmeh 2026 - 10:30
24 Tîrmeh 2026 - 10:30
 0
Mossadê îdia kir ku Îranê plana kuştina berpirsên Îsraîlê kiriye û wan jî pûç kiriye

Di daxuyaniya Mossadê de hat îdiakirin ku Wezareta Îtlaatê ya Îranê hewl daye sîxuran bişîne Îsraîlê û ji nav welêt kesan peyda bike ku li ser berpirsên pilebilind ên Îsraîlê agahiyan kom bike û suîqestan pêk bîne.

Hat îdiakirin ku ji bo hewldana suîqestê 3 kes ji Îran û Fransayê hatine peydakirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesekî bi nasnavê Philip li Fransayê, ji bo hevdîtina bi îstixbarata Îranê re û wergirtina pereyan çend caran çûye Îranê.

Li gorî îdiayê, Philip ji bo avakirina şaneyeke ji welatiyên biyanî hatiye erkdarkirin û hewl daye ku derbasî Îsraîlê bibe.

Hat gotin ku her du kesên din hîn li Îranê ne.

Hat ragihandin ku Mossad ji bo eşkerekirina vê torê bi saziya îstixbarata navxwe ya Îsraîlê Şîn-Betê (Şabak) û saziyên îstixbaratê yên biyanî re xebitiye.

 

Ev nûçe bi tevahî 57 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:52:55