MSD: Hikumeta Şamê berpirsê êrişên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ye
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û diyar kir ku hikumeta demkî di aliyê siyasî û exlaqî de berpirsê tevgera komên çekdar e. MSD’ê bang li aliyan kir ku agirbestê ragihînin û vegerin ser maseya diyalogê.
MSDê derbarê geşedanên dawî û êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyeke nivîskî weşand. MSD’ê di daxuyaniya xwe de hem êrişên çekdarî û hem jî ambargoya li ser her du taxan bi tundî şermezar kirin.
‘Hikumeta demkî berpirsê binpêkirinan e’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanckirina qadên sivîl binpêkirina eşkere ya rêgezên navneteweyî ye. MSD’ê bi tiliyê nîşanî "hikumeta demkî" da û ragihand ku komên êrişkar girêdayî wan in:
"Hikumeta demkî di aliyê siyasî û exlaqî de berpirsê van bûyeran e. Ev komên ku êrişan pêk tînin di bin kontrola wan de ne; lewma divê hikumeta demkî rê li ber van binpêkirinan bigire û nêzîkatiyên van koman kontrol bike."
‘Êriş zirarê digihînin peymana 10’ê Adarê’
MSD’ê da zanîn ku ev bûyer di demeke wisa de rû didin ku ji bo pêkanîna "Peymana 10’ê Adarê" di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî de danûstandin hene.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Berdewamiya êrişên bêserûber li dijî ruhê peymana agirbestê û li dijî hewldanên ji bo lihevkirinên siyasî û ewlehiyê ne. Ev nêzîkatî derfetên serxistina peymanê lawaz dikin."
Parastina sivîlan û banga diyalogê
Meclisa Sûriyeya Demokratîk diyar kir, her hewldaneke siyasî ya ku çekan kontrol neke û nebe bingeha parastina sivîlan, wê bi ser nekeve. MSD’ê destnîşan kir ku bingeha her lihevkirinê, "aşitiya navxweyî" ye.
Daxuyanî bi van daxwazan bidawî bû:
- Divê demildest agirbest were ragihandin da ku sivîl werin parastin.
- Rê li ber kîndarî û provokasyonan were girtin.
- Diyalog rêya tekane ya çareseriya siyasî û parastina yekparbûna Sûriyeyê ye.
Nûvekirina herî dawî: 19:22:07