Nasnameya 3 gerîlayan hat eşkerekirin

Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 3 gerîlayên ku li Agiriyê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

6 Tîrmeh 2024 - 11:52
6 Tîrmeh 2024 - 11:52
 0
Nasnameya 3 gerîlayan hat eşkerekirin

Li gorî daxuyaniyê, her sê gerîlayan 5ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li Agiriya Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku nasnameyên her sê gerîlayan bi vî rengî ne:

Agirî Azadî: Navê wê yê fermî Ferha Hacî ye û ew ji bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Serxwebûn Rêvan: Navê wî yê fermî Suat Ozel e û ew ji Mûşa Bakurê Kurdistanê ye.

Harûn Cudî: Navê wî yê fermî Mecîd Delayîmîlan e û ew ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye.

HPGyê diyar kir ku her sê gerîlayan “di êrişa dijmin” de canê xwe ji dest daye.

 

Ev nûçe bi tevahî 1289 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:55:41