Nêçîrvan Barzanî serdana Serokwezîrê Libnanê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Beyrûdê bi Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî re civiya.

19 Sibat 2017 - 05:45
19 Sibat 2017 - 05:45
 0
Nêçîrvan Barzanî serdana Serokwezîrê Libnanê kir

Serokwezareta Libnanê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Libnanê kiriye û li paytext Beyrudê bi Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî re civiya.

Hate ragihandin ku di dema serdanê de Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî jî amade bûye.

Li gorî heman daxuyaniyê di civînê de têkiliyên dualî û pêşketinên herêmî hatine guftûgokirin.

Ev nûçe bi tevahî 1950 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:16:49