Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma şîna mîrê berê yê Qeterê bû

Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma sersaxiyê ya mîrê berê yê Qeterê bû.

14 Tîrmeh 2026 - 10:49
14 Tîrmeh 2026 - 10:49
 0
Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma şîna mîrê berê yê Qeterê bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh çû Dohaya paytexta Qeterê.

Nêçîrvan Barzanî li gel hejmarek serkirde û berpirsên bilind ên welatên herêmê û cîhanê beşdarî merasîma sersaxiyê ya Mîrê berê yê Qeterê Şêx Hemed Bîn Xelîfe El Sanî bû.

Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li ser navê xwe û Herêma Kurdistanê sersaxiyeke kûr pêşkêşî Mîrê Qeterê, malbata desthilatdar û gelê Qeterê kir.

Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku Xwedayê Mezin canê koçkirî bi dilovaniya xwe şad bike û xwest ku Xwedê aramiyê bide malbata wî.

Spasiya Mîrê Qeterê

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî ji ber amadebûn û beşdarbûna wî ya di merasîma sersaxiyê de spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî her wiha hevxemiya Herêma Kurdistanê ya bi Dewleta Qeterê re bilind nirxand.

 

Ev nûçe bi tevahî 49 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:51:15