Nêçîrvan Barzanî: Bila Cejna Ekîtoyê bibe çavkaniya paşerojeke baştir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Ekîtoyê pîroz kir û got, "Bila Cejna Ekîtoyê bibe derfeteke nû be ji bo xurtkirina hezkirinê û çavkaniya paşerojeke baştir."

2 Avrêl 2025 - 10:50
2 Avrêl 2025 - 10:50
 0
Nêçîrvan Barzanî: Bila Cejna Ekîtoyê bibe çavkaniya paşerojeke baştir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Ekîtoyê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

Bi helkeftina sala nû ya 6775an a Babilî-Aşûrî û Cejna Ekîtoyê, pîrozbahiyên herî germpêşkêşî henwelatiyên hêja yên Kildan, Aşûrî û Siryan ên li Kurdistan, Îraq û li seranserê cîhanê dikim.

Hêvîdar im ku cejna xwe bi xweşî û aramî derbas bikin.

Cejna Ekîtoyê helkeftineke dîrokî û kevnar a şaristaniyeke bi nirx e ku kûrahiya rehên çandî û mirovî yên yek ji pêkhateyên herî kevnar ên herêma me nîşan dide.

Ev pêkhate ji destpêka dîrokê ve beşdarî avakirina şaristaniyên herêmê û parastina pirrengiya wê bûye.

Di vê helkeftinê de, careke din li Herêma Kurdistanê, em pêgîriya xwe ya ji bo parastina maf û azadiyan û bipêşxistina çanda pirrengî, bihevrejiyana aştiyane, lêborîn û qebûlkirina hevdû di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê de tekez dikin.

Bila îsal cejna Ekîtoyê derfeteke nû be ji bo xurtkirina hezkirinê, jiyana hevpar û rêzgirtina hevdû ya navbera hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê, her wiha bila bibe çavkaniya hêviyekê ji bo pêşerojeke baştir, tije bipêşveçûn, aramî û rehetî ji herkesî re.

Cejna Ekîtoyê li tevan pîroz be, her sal bi xweşî."

 

Ev nûçe bi tevahî 351 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:16:02