Nêçîrvan Barzanî: Ji bo Silêmaniyê li gel Enqerê danûstandin hene

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ew giringiyê didin peywendiyên li gel welatên cîran û got, ku Tirkiye ji bo wan welatekî giring e. Serokwezîr herwiha da xuyakirin, ku ji bo destpêkirina geştên esmanî yên Silêmaniyê li gel hikûmeta Tirkiyê di peywendiyê de ne.

17 Avrêl 2018 - 07:59
17 Avrêl 2018 - 07:59
 0
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo Silêmaniyê li gel Enqerê danûstandin hene

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Civata Wezîran civîneke çapemeniyê saz kir û bersiv da pirsên rojevê.

Nêçîrvan Barzanî di destpêka civînê de Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî pîroz kir. Barzanî ragihand, ku civîna îro asayî bûye û mijara zêderoyiyên li ser mal û milkên hikûmî hate gotûbêjkirin. Di vê derbarê de projeyasayek hatiye amadekirin da ku pêşkeşî Parlamentoya Kurdistanê bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1180 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:27:00