Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesîleya sala nû ya koçî peyameke nivîskî belav kir û got:
“Hêvîdar im sala nû, xêr û xweşî, aramî û bexteweriyê ji bo her kesî bi xwe re bîne û sala serkeftin û kameraniyê be.”
“Erkê me ye ku em ji bo Kurdistaniyan bixebitin”
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku peyama Nêçîrvan Barzanî bi vî rengî ye:
“Yekê Muheremê, serê sala nû ya koçî bi germî li hemû misilmanên li Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikim.
Hêvîdar im sala nû, xêr û xweşî, aramî û bexteweriyê ji bo her kesî bi xwe re bîne û sala serkeftin û kameraniyê be.
Em di vê helkeftê de dupat dikin ku Kurdistan wekî her demê niştimana firehî û pêkvejiyana aştiyane û hevdûqebûlkirin û lêborîna di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyî de dibe.
Erkê me hemûyan e ku em pêk ve bi navê niha û paşerojeke baştir ji bo Kurdistaniyan bixebitin.
Hemû sal bi xweşî be û li her kesî pîroz be.”
Nûvekirina herî dawî: 21:19:56